Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrê Siyasî ji Texas Dr. M. Ebbas Împîçkirina Trump Şirove Dike


Doza Împîçkirina Donald Trump li Civata Senatoran
Doza Împîçkirina Donald Trump li Civata Senatoran

Sêşemê roja yekê ya doza duyê ya împîçkirina Serokê berê yê Amerîka Donald Trump li Washingtona paytext hat destpêkirin.

Civata Senatoran ku bi piraniyek kêm di dest demokratan de ye dixwazin Donald Trump bi tawan paldan û teşwîqkirina biserdagirtina avahiyê Kongresê li 6ê meha Rêbendanê tawanbar bikin û eger ku biser kevin, parêzbendiya serokatiyê li ser Donald Trump nehêlin û rê nehê dan ku carek din bikare xwe bike berbijarê serokatiyê yan jî her karek hesas y federal li Amerîka.

Civata Senatoran bi tedbîrên fireh yên ewlekarîyê destpê bi prosesa daghekirinê kir, pêşî li ser pirsa kanê dadgehkirin bo cara duyan şend destûrîye hat rawestîn û bi qasî 4 demjimêran danûstandin û paşî kete dengdanê, di nava kesên dengê erê bikaranîn, 6 senatorên Komarî jî hebûn.

Ji serokê Amerîka Joe Biden hat pirsîn kanê ew çi dibêje bo dagehkirina Donald Trump li civata senatoran?

Biden di bersvê de got ku berê wî li karek dinê ye û destê xwe naxe nava dadgehkirina serokê berê Donald Trump û niha ew meşxolî pirsa pandemiya vîrusa koronayê ne ku 10 hezaran Amerîkiyan giyanê xwe jidest dane.

Mehmûd Ebbas
Mehmûd Ebbas

Bo danûstandinên derbarê vê mijarê Çavdêrê Siyasî ji eyaleta Texas Dr. Mehmûd Ebbas di hevpeyvîneke Dengê Amerîka de got "Ew di wê bawerê dane ku dê ev car jî gelek ji ya duyê cûda nebe."

Abas herwiha anî ziman ku Trump bûye sedema parçebûna partiya Komarî, di beşekî axoftona xwe de Dr. Mahmûd Abas dibêje armanca demokratan ji împîçkirinê Donald Trump bo cara duyan çend xalên wê hene, xala yekem ewe ku "Trump di dema were de piştî 4 salên hêviya nemînê bo serokatiyê, da ku navûbangiya wî di nava miletê Amerîkî de xerab bibê,piştgirtîya partiya Komarî ji wî re nemîne, xala duyan jî dema ku rê jibo dadgehên sivîl yên li dij wî bihê vekirin."

Hevpeyvîn li gel Dr. Mahmud Abbas
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:41 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG