Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Bo Girtina Gomanbarê Êrîşa Natanz Alîkariyê Interpolê Dixwaze


Reza Karimî
Reza Karimî

Rojnameke navxweyî da zanîn ku berpirsên Komara Îslamî ya Îranê daxwazê ji polîsê navnetewî "Interpolê" dike da ku kesê "Karê têkder" li navenda atomî ya Îranê ya Natanz encam dayî bigirin ku Îsraîl bi wê çalakiyê tê tawanbar kirin.

Televizyona dewletê wêne û nasma kesekî weşandiye û dide eşkere kirin ku Reza Karîmî karmendê 43 salî ku wezareta Mixabirata Îranê nasnama wî eşkere kirîye û dibêje wî dest di "têkderiya" hefteya borîde hebû, ya ku li Natanz pêkhatî.

Televizyon dibêje, kesê gomanbar "Ji welat derketîye berî bûyer çê bibe" herwiha "tedbîrên yasayî yên girtina wî û vegerandina wî ya welat tê dom kirin."

Kenalên mediya Îranê zêdetir derbarê gomnabarî tiştek negot û wezareta Mixabirata Îranê jî daxûyaniyek fermî neweşandî ye.

Rojnama Kayhan ya mihafizkar di hejmara îro Yekşemê de dibêje "Saziyên Îstîxbaratê û yên qanûnî" beşdarin di çalakiyê de. Û got "piştî zelalbûna nasnama wî, bi rêya Înterpolê tedbîrên pêwîst hatine wergirtin, jibo girtina û vegerandina gomanbarî". Lê Kayhan şêweyê daxwza aliyariya ji Înterpolê destnîşan nekir.

Heta êvariya Yekşemê jî lîsta giştî ya "Nêbîniya Sor" ya Înterpolê li ser Înternêtê ti encamek derbarê Reza Karmîmî neda.

Têbîniya Sor ew daxwazeke arasteyî desthilata yasayî ya hemî welatan li cîhanê tê kirin, daxwaza girtin û radestkirina kesê daxwazkar tên kirin, li gor pêzanînên li ser malpera Înterpolê.

Ajansa Atomî ya Îranê ragihandbû ku hefteya borî "peqîneke biçûk" li êstgeha elektirkê ya bingeha Natanz ya atomî rûdabû.

Wezareta Karên Derve ya Îranê neyarê xwe yê yekemîn ku Îsraîle bi encamdana karê "terora atomî" tawanbar kirbû û soza tolhildanê dabû.

Îsraîlê derbarê bûyerê ne erê kirîye û ne jî red kirîye, lê raportên radiyoyî li gorî çavkaniyên Îstîxbaratî ku nasnama wan nayê zanîn gotbûn ku ew kiryar Mixabirata Îsraîlêî pêkanîye.

New York Times li gor berpirsên Îstîxbarata Amerîkî û Îsraîlê ku navê wan nehatiye dibêje, şêwekî ji şêweyan "rolê Îsraîlê" di êrîşa de hebû.

Peyvbdarê wezareta derve ya Îranê Saîd Xetîbzade hefteya borî bi şêweke ne rasterast Îsraîl bi êrîşê tawanbar kirbû ku dixwaze hewildanên zindî kirina peymana navokî û danûstandinên li Vienna neserkeftî derxîne.

Danûstandin tekezê li ser vegerîna Amerîka bo peymana naovkî ya bi Îranê re dike, piştî ku serokê berê yê Amerîka Donald Trump sala 2018ê biryra vekişînê ji peymanê dabû û siza danîbûn ser Tehranê, jiber feriz kirina sizayan,Îranê jî dest ji sozên xwe yên pêgiriyên sereke yên bi bernama navokî re berdabû û dest bi pîtandina uranyumê kirîye.

XS
SM
MD
LG