Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Hin Ajanên Îsraîlî Hatine Girtin


Tehran
Tehran

Medyaya dewleta Îranê îro Sêşemê ragihand ku hêzên ewlehîya wê toreke sîxûrên ku jibo Îsraîl dixebitîn desteser kirine û herwiha dest danîne ser hin çekên ku di xwepşandanên vê dawîyê de bihatina karanîn.

Li gor medyaya dewletê, karbidestekî wezareta îstixbaratê ser bûyerê, sazîya îstixbarata Îsraîlê destnîşan dike.

Karbidestekî Îranî got ku Mossad armanc dikir ku çekan di serîrakirin û kuştinên li bajaran were xebitandin.

"Di nava çekên ku hatine dest xistin de tiving, bombeyên destan û cebilxaneyên din hene. Hin ji van çekan têne xebitandin ku di dema xwepêşandanan de pevçûnan derxînin," heman karbidest got.

Di derbarê vê ragihandina Îranê de hay niha, karbidestên îsraîlê ti daxuyanî yan şîrove ranegihandine.

Daxuyanîya Îranê ya îro piştî protestoyên nerazîbûnê hat ku jiber kêmahîya avê nêzî du hefte ne ku bi piranî li başûrê rojavayê Îranê didomin.

Komên mafên mirovan dibêjin hêzên ewlekarîyê dijî xwepêşanderan çekan dixebitînin.

XS
SM
MD
LG