Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera 41'ê ya Şorişa Îslamî li Îranê


Ayatollah Alî Xameneyî li hember leşkeran, Tehran

Îro Sêşemê 10 hezaran xelkê Îranê daketin kolan û cadeyan li paytext Tehran û bajarên din, bo pîroz kirina bîranîna 41an ya şorişa Îslamî ya Îranê.

Salvegra îsal di demekê kirîtîk û aloz da pêk tê , ku têkiliyên Îranê û Amerîka zêdetir aloz bûne. Kenalê TV ya fermî ya hikûmetê dîmenên didoyî ji Tehran û 6 bajarên din yên weke Meşhed, Kirman û Ahwaz weşandin, ku diruşim û parol di dest xelkî da bûn û li ser hatbû nivîsandin"mirin bo Amerîka"û "mirin bo Îsraîlê".

Dihate çaverê kirin ku Îran li gel Amerîka bikeve di nakokîyek dijwar da bi taybet piştî 3ê meha Yek ya 2020an, dema ku fermandarê leşkerê Qudis Qasim Sulêmanî di êrîşeka esmanî ya Amerîka da li nêzîk firokxana Bexda hatbû kuştin. Çend rojan piştî bûyera kuştina Qasim Sulêmanî Îranê jî, êrîşeka mûşekan anî bû ser du bingehên leşkerên Amerîka yên li Îraqê dimînin.

Aloziyên di navbera Îran û Amerîka da zêde dibin piştî ku serokê Amerîka Donald Trump, sala 2018an biryara derketina ji peymana navokî dayî û car dî siza danîne ser Komara îslamî ya Îranê, jiber hewildanêbn wê yên têstên mûşekên balistî û destek kirina hin grûpên çekdar li herêmê.

Ajansa TASNIM ya Îranê dibêje, di aheng û meşên bîranîna şorişa Îslamî ya Îranê da, mûşek hatine nîşan dan, televizyona fermî dîmenên arşîvî yên mûşek û fabrîkên dirust kirina mûşekan li jêr zemînan nîşan dane.

XS
SM
MD
LG