Serokê Îranê Hesen Ruhanî roja Çarşemê 2 mehên din weke mohlet dane welatên Ewrûpî yên beşdar di peymana navokî ya bi Îranê re da ku peymana 2015an bihê rizgarkirin, herwiha Ewrûpa hişyar kir ku Îran gelek amadekarî di dest dane bo bezandina peymana navokî.
Ruhanî herwiha got,Tehran gelek amadekarîyan dike ku dê pêgiriyê bi peymana navokî neke û ew pêngav dê "bandoreke mezin" pêk bîne.
Daxûyaniyên Ruhanî di wî çaxî de hatin, dema ku reaksyonên cûda ji berpirsên Îranê hatin yên derbarê pêşniyara Fransa de, ku gotbû Ewrûpa heta dawiya îsal dê qerzekê 15 Mîlyar dolaran bide Tehran li hember ku hemû bendên peymana navokî ya sala 2015an bi cih bîne.
Berpirsekî Îranê yê di asta bilind de gotbû, Tehran razîye eger Ewrûpa wê bira pareyên Fransa behis dike bi rêya vekirina hêlên bankan û firotina petrolê weke qerz bide Îranê.
Kenalê Îranî yê Press TV ku ji aliyê dewletê ve tê birêvebirin ragihand ku ew pêşniyara Ewrûpa ya dana wî bira pare red dikin.
Ji aliyek din serokê Amerîka Donald Trump di axifteneke xwe ya Çarşemê de got, dibe di civînên bihên de yên Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî serokê Îranê Hesen Ruhanî bibîne, Trump herwiha got, rewşa Îranê piştî ku ew giha Qesra Spî hatîye guhertin.
Roja Çarşemê dîsan Wezareta Xezîna Amerîkî hin sizayên nû danîn ser Îranê, bi taybet li ser tora berfireh ya deryayî yên barên petrolê bi rêkên qaçax bo "Feyleq al Qudis" ya girêdayî Zêrevanên Şorişê " Heres al Sawrî", Hizballaha Lubanê û jibo berjewedniya rejîma Sûrî kar dikin.