Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yêkêtiya Ewrupa Bo Hişyarkirina Îranê di Têkilyan De Ye


Federica Mogherini û Wezîrê Derve yê Îranê Javad Zarif
Federica Mogherini û Wezîrê Derve yê Îranê Javad Zarif

Yekêtiya Ewrupa ku bingeha wê li Bruksel paytxa Belcîka ye, roja Pêncşemê ragihand ku ew bi welatên peymana navokî bi Îranê re îmze kirine di têkiliyan de ne, kanê ewê çi tedbîr bistînin, piştî ku Îranê biryar dayî roja Yekşemê dest bi zêdekirina pîtandina Uranumê bike.

Yekêtîya Ewrupa dide zanîn ku ewê li gel wan hevparan danûstendinê bikin kanê çi pêngav biavêjin dema dawiya hefteyê Îran pîtandina Uranum zêde bike.

Peyvdara bi navê kordînatora siyaseta derve ya Yekêtiya Ewrupa Federica Mogherini, roja Pêncşemê got"Me daxwaz ji Îranê kirîye ku wê pêngavê paş de biavêje û rê li hember tevgerînên weha bigire ku dê bibin sedema jinabirina peymana Navokê".

Doh Çarşemê Serokê Îranê Hesen Ruhanî ragihand ku ewê pîtandina Uranumê zêde bikin û bigehînin wê asta ku "em dixwazin". Û ev tevgerîn dê roja Yekşemê dest pê bike, Ruhanî got.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Îranê roja Duşemê biryara zêdekirina asta pîtandina Uranumê dabû, zêdetir ji astê di peymana 2015an de hatî biryar dank u 3.67% bû, derbarê vê yekê serokê Amerîka Donald Trump got bû "Îran bi agir dilîze".

XS
SM
MD
LG