Qesra Spî roja Çarşemê ragihand ku serok Donald Trump yê rijde li ser helwesta xwe ya li dij Îranê û guherînek tuneye.
Ev yek piştî helwesta Îranê hat ya ku dide zelal kirin ku ewê li ser pêşxistina bernama xwe ya navokî berdewam bibin, ev jî berovajî pêgiriyên Îranê yên di peymana navokî y 2015an de li gel hêzên cîhanî îmze kir bû.
Sarah Sanders berdevka Qesra Spî got, niyeta Amerîka nîne li dij Îranê bikeve di şerekî de.
Îranê roja Çarşemê ragihand ku wan dest bi pêşxistina bernama xwe ya navokî kirîye û gef kirin ku ewê dê pêngavên zêdetir bavêje eger ku Hêzên Navnetewî wan ji sizayên Amerîka ne parêze, Amerîka berî salekê xwe ji peymana navokî ya 2015an ya bi Îranê re vekişand bû.
Çarşemê berpirsekî Qesra Spî yê di asta bilind de got, Amerîka "di demek nêzîk de" li bere sizyaên zêdetir li ser Îranê feriz bike, piştî ku Îranê ragihand ku ew pêgir nebe û hin qeydên li ser bernama wê ya navokî hilîne.
Tim Morrison, alîkarê taybet yê Serok Trump û berpirsê herî mezin yê çekê Navokî û Berevaniya Bayolojî, di kongireke rojnamegerî de li Washington got , Amerîka dest ji sizayên li ser Îranê bernade, û got "Di demek gelek, gelek nêzîk de çaveriyê sizayên zêdetir bin li dij Îranê".