Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Çarçova Ambargoya Amerîka de YE Piştervaniyê Dide Banka Îranê


Bank Melli li bjarê Hamburg ya Almaniya
Bank Melli li bjarê Hamburg ya Almaniya

Nêrîna hiqûqî ya Yekitîya Ewropayê di doza ambargoyên Welatên Yekgirtî da piştgirî dide banka Îranê.

Şêwirmendekî paye bilind yê Dîwana Dadgeha Ewrupî roja Çarşemê nêrînek weşand ku piştgirî dide banka Îranê ya herî mezin di doza dijî fîrmayek telekomê ya Alman da ku jiber ambargoyên Welatên Yekgirtî wê fîrmayê peymanek hilweşandibû.

Şîreta ji dozgerê giştî dibêje qanûna EU rê nade ku firmayên di blokê da têkiliyên xwe digel karsazên Îranî qut bikin da ku guh bidin ambargoyên ku serokê berê yê Amerîkî Donald Trump li ser Tehranê sepandine.

Bank Melli ya Îranê jiber bidawîkirina peymanê dozê ji Telekom Deutschland li Almanyayê dike piştî ku ew kevte nav lîsteya reş ya Amerîkî dema ku Trumpî biryar da ku Amerîkayê ji rêkeftina navokî ya 2015an vekêşe.

Nîqaş li ser "qanûna astengkirinê" ya Yekîtîya Ewropayê ye ku kompanîyên Ewropî ji ambargoyên Welatên Yekgirtî biparêze ku Îran û Kûbayê armanc dike û fîrmayên digel wan sazîyên di lîsta reş da bazirganîyê dikin ceza bike.

Bank Melli dibêje qanûna Yekîtîya Ewropa - ku bi teknîkî qedexe dike ku şirketên Yekîtiya Ewrûpayê ambargoyên Welatên Yekgirtî bicîh bînin – dihêt vê wateyê ku fîrmaya Alman nikare peymana wan bi dawî bike.

Dozgerê giştî piştgirî da wê dîtinê û got fîrmaya Almanî pêwîst e jibilî ambargoyên Welatên Yekgirtî sedemên din nîşan bide jibo bidawîkirina peymanê.

Di heftîyên pêşîyê da dadwer dê biryarek tekez li ser nîqaşan bidin. Heke dadwer nêrîna Çarşemê qebûl bikin, fîrmayên Ewropî ditirsin ku ev têt vê wateyê ku ew nikarin xwe ji ambargoyên Welatên Yekgirtî dûr bigirin jiber ku ew dê neçar bimînin peymanên digel fîrmayên Îranî yên ambargokirî bidomînin.

Dozgerê giştî qebûl kir ku bi vê yekê karsazên Yekîtiya Ewropî "bi dubendîyên ne pêkan - û pir neheq ra rû bi rû dimînin".

Bandora amborgoyên Welatên Yekgirtî ji mêjve ye Yekitîya Ewropayê dienirîne û ew hewil dide ku kompanîyên xwe li hember cezayên ji Waşingtonê biparêze.

Trump bi vekişîna ji peymana navokî ya Îranê di 2018an da û jinûve sepandina ambargoyan li ser Tehranê rêya xwe digel hêzên din yê cîhanê cûda kir.

Nîqaşên hesas nûke li Viyanayê çêdibin ku armanc ew e Welatên Yekgirtî vegerîne nav peymanê, ku ew jî bizavek e ku Waşîngton dê gelek ambargoyan rake.

XS
SM
MD
LG