Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zara Salih: Gûman Nabe ku Şerekî Leşkerî li Dijî Îranê Bibe


Birîtaniya hûşdarî da hemû gemiyên xwe ku ji derbenda Hirmiz dûr bikevin ji ber rewşa ne aram , piştî ku ragîhandina Îranê ku dest danîye ser gemîyeke petrolê ya Brîtanya.

Ji aliyê xwe ve jî Amerîka bi Erebdistana Siûdî re lihev kir ji bo şandina mertalên leşkerî ji Erebistana Siûdî re, da ku parastina deverê ji gefên Îranê bikin.

Di derbarî ev girjeyên nû di nav Îran û Birîtaniya de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi şîrovekarê siyasî Zara Salih re kir.

Birêz Zara dibêje, Îran dixwaze ku helwesta welatên ewrupî di derbarî sizeyên Amerîka li ser xwe biguherîne, ji ber wê ew kirdarên vi vî awayî dike.

Li ser gumana ku şerekî leşkerî li dijî Îranê bê kirin, wî got ku şerê leşkerî nuha pirr dûr e, bi tenê ev fişar in li ser Îranê da ku destê xwe ji herêmî vekişîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:20 0:00


XS
SM
MD
LG