Polîsên Brîtanyayê ragihand ku îro Pêncşemê du kesên Îranî hatin tawanbarkirin, ji ber ku li Brîtanyayê ji bo Supaya Pasdarên Şoreşê yên Îranê (IRGC) bi dizî çavdêrîya rojnamevanên dijî rejîma Îranê dikir.
Mostafa Sepahvand ê 41 salî û Ferhad Javadi Maneş ê 46 salî ji Tebaxa 2024’an heta Adara 2025’an çavdêrîya rojnamevanên kanala Iran International kirine, li gor polîsên Brîtanî. Iran International kanaleke Farisî ye ku wekî rexnegireke diyar a rejîma Îranê tê nasîn.
Sepahvand herwiha ji ber plankirina êrîşan hat tawanbarkirin û ji alîyê IRGC’ê ve ji bo îstîxbarata Îranê dihat birêvebirin. Lê Maneş bi plankirina êrîşan nehate tawanbarkirin.
Brîtanyayê, Îran tawanbar kir ku di meha Îlonê de plana êrîşekê li ser bingeha esmanî ya RAF Fairford amade kiribû. Amerîkayê ew bingeh ji bo êrîşên ser Îranê bikar dianî. Piştî wê planê, Serokê Amerîkayê Donald Trump firokeyên şer ên Amerîkî yên B-1 ji wir vekişandin.