Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rikeberîya Îranê: Hêza Qudsê Dronan Zêdetir Bikar Tîne


Dîmeneke ji Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) (Arşîv)
Dîmeneke ji Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) (Arşîv)

Komeke rikeberîyê ya Îranê ragihand ku Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) yan Heza Qudsê bo êrîşên esmanî û peydakirina bo hezên xwe yên wekalet, dronan pirtir bikar tîne.

Civata Niştîmanî ya Rikeberîya Hikûmeta Îranê (NCRI) got ku Heza Qudsê berpirsê operasyonên Îranê yên li derveyê welêt e.

NCRI dîyar kir ku Îran dronan wek rêka sereke ya pêkanîna êrîşên esmanî bikar tîne.

"Bi piranî bo operasyonên xwe yên terorîst û her wha jibo peydakirina hêzên xweyên wekaletê li herêmê cûrbecûr droanan (UAV) bikar tîne,"NCRI got.

Rexistinê da zanîn ku dron li heşt kargehên Îranê têne çêkirin, carnan materyalên ku ji derve têne qaçax kirîn, bikar tînin, û piştre dişînin welatên mîna Îraq û Sûrîyê ku li wir çêkirina wan tenê temam kirin.

NCRI da zanîn ku bo çêkirina dronan, Îran hin beşênwek motor û elektronîkî ji Çînê , Tirkiye û Koreya Başûr, bi qaçaxî tîne.

Wê dîmenên ku ew îda dike ji kargehên hilberîna dronan pêşkeş kir lê ne mimkin bû ku ji hêla çavkanîyên serbixwe werin piştrast kirin.

Komê ragihand ku niha fermandarîyeke dronan ya pispor di nav pênc yekîneyên fermandariya hêza esmanî ya Hêza Qudsê de heye.

Fermandarîya dronan çend komên xwe li li bingehên cûda yên li seranserê Îranê bi cîh kiriye.

Hevdem, NCRI'yê got ku di şerê Sûrîyê de, ku Îran piştgirîya rejîma Serok Beşar Esed dike, Hêza Qudsê "bi berdewamî"dronan bikar tîne da ku hêzên opozîsyona Sûriyê destnîşan bike û êrişî wan bike.

Civata Niştîmanî ya Rikeberîya Hikûmeta Îranê (NCRI), baskê siyasî yê rêxistina Mujahedin Xelq (MEK) e û li Îranê qedexe ye.

Komê destnîşan kir ku wê agahdarîyên xwe li ser raporên ku ji tora piştgirên MEKê, ya ku îda dike li hundurê Îranê piştvanîya wan dike, amede kiriye.

XS
SM
MD
LG