Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mediya Îranê: Fermandarekê Balal yê Leşekerê Îranî Bi Bilind Leşkerî bi COVID-19 Mirî Ye


Ajansa Nûçeyan ya Hikûmeta Îranê ISNA dibêje fermanderekê leşkerî yê di asta bilind da li parêzgeha Merkezî, ya ku dikeve rojavayê paytext Tehran bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest daye.

Îro Pêncşemê ISNA aye zanîn ku general Qasim Celîl Wend ku endamê saziya ewlekariya herêmê jî bû li parêzgeha Merkezî, doh Çarşemê giyanê xwe ji dest da, piştî hefeteykê ji mana wî li nexweşxanê û dîtina çareserîya COVID 19, lê serê sibeyê Çarşemê ew mirîye.

Ev buyer rojekê piştî tûşbûna serokê Parlamena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf dema ku bi rêya twîterê dabû zanîn ku ew bi vîrusa korona ketiye niha di rewşa xwe karantîne kirinê day.

Li gor datayên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê heta niha zêdetir ji 596 hezar kes tûşî vîrusa korona bûne û ji wana 34,000 kesan jiyana xwe ji dest daye.

XS
SM
MD
LG