Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Hilbiajrtinên Îranê di Nava Kirîzên Dijwar Da


Hilbijartinên Îranê yên Xûla 11an.
Hilbijartinên Îranê yên Xûla 11an.

Îro Înê 21'ê Şubatê, dengderên Îranî di hilbijartinên xûla 11an ya Meclisa Şora "Parlemanê" da bo hilbijartina 290 endaman çûne ser sindoqan.

Rêberê olî, Alî Xameneyî bang li welatiyan kirbû ku weke erkek olî beşdariyê di hilbijartinan da bikin, ankêt û rapirsîyan dabû diyar kirin ku 90% ji gelê Îranê ji rewşa heyî di nerazîne û 24% dê beşdarî hilbijartinan bibin.

Rojekê berî hilbijartin destpê bikin, wezareta Xezîna Amerîkî ambargo xiste ser 5 berpirsên Îranê ku peywendiya wan bi rêveberî û çavdêriya hilbijartinan heye.

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo jî dabû zanîn ku hilbijartinên li Îranê bê wate ne û tenê "şanogerîyek siyasî" ye.

Dema ku Îran hilbijartinên piştî 41 salan ji desthilatdariyê encam dide, rewşa welat aloze û rastî çendîn kirîzên aborî, siyasî û tendirustîyê hatîye.

Ji bajarên Rojavayê Îranê, ku piraniya wan welatiyên Kurd in, derbarê hilbijartinan û beşdariya di dengdanê da, nêrînên xwe bo bernama "Hell Washington" anîn ziman, welatî ji bajarên weke Ciwanro, Şabad, Kirmaşan û Kamyaran beşdar bûn.

Abdullah Hîjab Lêkoler û Çavdêrê Siyasî
Abdullah Hîjab Lêkoler û Çavdêrê Siyasî


Di bernamê da, lêkoler û çavdêrê siyasî berêz Ebdullah Hicab ji Norwec û berêz Nasir Babaxanî mamostayê zanîngehê û çavdêrê siyasî beşdar bûn.

Berêz Hicab got, hilbijartin li Îranê êdî bê wate mane û ewê ti tiştekî neguherin, ji ber ku rejîm çi dixwaze wê dike û bandora biryarên desthilata siyasî li ser biryar û yasayên parlemana wî welatî da heye.

Hicab herwiha got, kesên ji herêmên Kurdan dibin nûner ew ne nûnerên Kurdan e û temsîla Kurdan nakin û ew beşekin ji desthilatê.

Nasir Babaxanî şirovekarê siyasî
Nasir Babaxanî şirovekarê siyasî


Ji aliyê xwe, berêz Nasir Babaxanî anî ziman ku, ew jî, di wê baweriyê daye ku parleman ti rolekê xwe nîne, weke mînak, ji dema ku Alî Xameneyî li ser desthilatê ye çendîn caran biryarên parlemanî helweşandine. Babxanî dîsan dibêje, parleman tenê alaveke di destên çend kes û çend saziyan da.

Hello Washington 21 02 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:18 0:00


XS
SM
MD
LG