Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran..Derketina Şewatek Mezin li Fabrîka Kîmyayî li Bajarê Qum


Arşîv
Arşîv

Bajrî Qum ya Îranê roja Yekşemê rastî şewatekê hat li fabrîka kîmyayan, heta niha sedemê derketina şewatê nayê zanîn.

Çend seatan piştî agir li fabrîkê derketî, Hamîd Karîmî peyvdarê rêveberîya agirvemirandinê ya parêzgeha Qum got, şewata gelek mezin hat vemirinadin bê ku ziyanên giyanî çî bibin.

Hesaba twîterê ya bi nave 'Iran International -Erebî' di twîteke xwe behsa şewatê dike û dibêje ku Peyvdarê Rêveberîya Saziya Agirvemirinadinê ya parêzgeha Qum gotiye şewatek mezin û berfireh li komapniya Kimyayî çêbûye û wan zêdetirî 100karmendên agirvemirandinê hinartine ciyê şewatê û heta nihe hejmarek karmend birîndar bûne.

Li gor Ajansa Xwendekaran ya Îranê ya Nîvfermî (Faris) peyvdarî gotîye"Agir di 2 otombîlên agirvemirandinê derketîye piştî peqînek mezin" herwiha gotye "Du karmendên agirvemirandinê birîndar bûne û birîna wan girane".

Heman hesab twîterê ya 'Iran International - Erebi' dinêvse ku şewatek û peqînên mezin li bajarê Qum..Û herî kêm 4 karmendên agirvemirandinê birîndar bûne.

Peyvdarî daye zelal kirin ku zêdebarî meantiya qebarê şewat û peqînan, beşekî fabrîkê yê li herêma pîşesazî hatiye vala kirin û gotîye "Niha şewat hatiy vemirandinû nehiştîye gire bigihe embarên dî, eger ku agir gehişt baye wan embaran jî dê herêma pîşesazî rastî şewateke gelek berfireh êtin."

Herwiha gotiye ku wan 20 otombîlên agirvemirandinê û 150 karmend hinartine ciyê şewatê û peqînaên li dûf hev.

XS
SM
MD
LG