Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Amerîka Dixwaze Desthilata Oldarî li Îranê Biguherîne


Serokê Îranê Hasan Ruhanî
Serokê Îranê Hasan Ruhanî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hasan Ruhanî Çarşemê got, Amerîka plan dike bi rêya givaştinên aborî dawiyê li sazimana oldarî bîne li welat, Ew dûr dibîne ku danûstendin li gel Washington bihên kirin.

Di Peyva xwe ya îro de li herêma Cîlan li bakurê welat Ruhanî got "Îran li gel Amerîka û hevpeymanên wê di şerekî aborî û derûnî de ye, armanca wan guherîna rejîmê ye…Lê em rê nedin".

Ruhanî herwiha di Peyva xwe ya li herêma Lahîcan de ku di Televizyona fermî de zindî hat weşandin got "Rêyek nemaye ku bi Amerîka re bikevin têkiliyan, jiber ku Amerîka dixwaze Îran vegere beriya 40 salan, berî şorişa 1979ê, ew dixwazin rejîmê biguherînin".

Alozî di navbera Amerîka û Îranê de zêde bûn, piştî ku serokê Amerîka Donald Trump biryara vekişîna ji peymana navokî ya bi Îranê re da, ku di Gulana 2015an li gel hêzên mezin yên Cîhanê hatbû îmze kirin.

Herwiha Trump dibêje, gelek kêmasî di peymana bernamê navokî ya Îranê de hene, mercên Amerîka yên derbarê wê peymanê hene û dibêje, heta Îran bernamê balîstî yê mûşekan bidawî neke û Tehrana piştevaniya xwe ji bo wan aliyên şerker ranewestîne yên li şûna wê li Îraq, Sûriye, Lubnan û Îraqê şer dikin.

Amerîka car din sizayên aborî li ser Îranê danîn yên ku sala 2016an hatbûn hilandin, lê welatên beşdar di peymana bernamê navokî de Brîtanya, Fransa, Almanya, Fransa, Rûsya û Çînê biryara Amerîka rexne dikin û niha ew welat hewil didin rêyekê bibînin ji bo berdewamkirina têkiliyên aborî li gel Îranê.

XS
SM
MD
LG