Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hengaw: Îranê Xwepêşanderekî Din bi Dizî Sêdare Dike û Hejmara Sêdaredanan Digihe 15 Kesan

Persian Service Graphics
Persian Service Graphics

Rêxistina Mafên Mirov Hengaw, îro Duşemê ragihand ku rejîma Îranê Abbas Akbari Feyzabadi bi dizî sêdare daye. Feyzabadi yê ku ji bajarê Naîn yê parêzgeha Esfehanê bû, di xwepêşandanên Çileya îsal de hatibû girtin.

Bi sêdaredana Feyzabadi re, hejmara xwepêşanderên girtî yên ku di xwepêşandanên serê îsal de hatine sêdaredan, gihîşt herî kêm 15 kesan.

Li gor raportên Rêxistina Hengawê, Feyzabadi serê sibê îro Duşemê li Girtîgeha Navendî ya Esfehanê hat sêdaredan.

Ajansa nûçeyan a Mîzan, ku girêdayî dadwerîya Îranê ye, ev sêdaredan piştrast kir. Mîzanê di daxuyanîyekê de Feyzabadi bi tawanên “muharebe,” “xerakirina mal û milkên welatîyan” û “têkdana aramîya giştî” tawanbar kir.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku Feyzabadi di xwepêşandana Çileyê de li bajarê Naînê mîna "rêberekî biçek" tevgerîyaye û tevlî êrîşên ser avahîya parêzgarî û sazîyên din yên dewletê bûye.

Li gor Rêxistina Hengawê, heta niha herî kêm 15 girtîyên ku di xwepêşandanên Çileya îsal de hatibûn girtin, li girtîgehên Îranê hatine sêdaredan.

This item is part of
XS
SM
MD
LG