Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hengaw: Îran Du Girtîyên Kurd ên Din Sêdare Dike

Iran executed two January protesters, Mehrdad Mohammadinia and Ashkan Maleki, on June 01, 2026.
Iran executed two January protesters, Mehrdad Mohammadinia and Ashkan Maleki, on June 01, 2026.

Hikûmeta Îranê du girtîyên siyasî yên Kurd, Eşkan Melekî û Mihirdad Mihemedînîya, bi dizî sêdare kirin. Ev herdu ciwan xelkê Qurweyê bûn û di xwepêşandanên meha Çileya 2026'an de hatibû girtin. Dadgeha Îranê ew bi "dijminatîya Xwedê" (moharebeh) tawanbar kirin û cezayê darvekirinê da wan.

Rêxistina Mafên Mirov Hengaw îro Duşemê ragihand ku Melekî û Mihemedînîya, serê sibê li Girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatin sêdarekirin. Ev pêvajoya bi dizî pêk hat û rê nedan ku ev herdu girtî cara dawî malbatên xwe bibînin.

Li gor Hengawê, metirsî li ser jiyana girtîyê sêyem ê bi navê Arman Marefatî herwiha zêde ye. Marefatî ciwanekî Kurd e û niha li Girtîgeha Mezin a Tehranê ye.

Ajansa nûçeyan a Mîzanê ku ser bi dadwerîya Îranê ve ye, di raportekê de sêdarekirina Melekî û Mihemedînîya piştrast kir.

Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ev cezayê darvekirinê piştî êşkenceyeke giran û axaftinên bi zorê da.

Dadgeha Îranê her sê girtî tawanbar kirin ku wan di xwepêşandanên Çileyê de agir berdaye mizgeft û navendeke olî li Tehranê. Berîya sêdarekirinê, rejîma Îranê îddîa kir ku wan "ji bo Îsraîlê kar kirîye."

Piştî xwepêşandanên Çileyê û operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî rejîma Îranê, rejîmê sêdarekirina welatîyan berdewam dike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG