Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îranê Duşemê Serdana Sûriyê Dike


Wezareta derve ya Îranê îro Yekşemê ragihand ku dê wezîrê derve Mihemed Cewad Zerîf dê roja Duşemê li Dîmeşqa paytyexta Sûriyê li gel serok Beşar Esed kom bibe.

Îran, li gel Rûsya, mezintrîn piştgira rêjîma Sûriyê ye ji dema destpêkirina kirîza welêt ve, sala 2011an.

Serdana Zerîf bo Dîmeşqî dê rojekê dirêîj bike û dê “Pêwendiyên dualî” yên Îranî û Sûrî û “pêşketinên dawî li herêmê” û her wiha “pêşketinên meydanî yên şerê terorê li Sûriyê” gotûbêj bikin, li gor daxuyaniya wezaretê.

Biryar e Zerîf di çarçoweya serdana xwe de hevtayê xwe Welîd Mualem jî bibîne.

Zerîf di serdaneke berê de bo Dîmeşqê meha Nîsana sala 2019an dîsa li gel Esed kom bûbû.

Tê zanîn ku di encama 10 salên şerê Sûriyê de bêhtirî 380,000 kes hatin kuştin û bêhtirî nîvê xelkê Sûriyê derbider bûn û her wiha jêrxane û abûriya welêt hilweşîn.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG