Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Dibe Welatek Biyanî Êrşên Elektronî li Dij Me Encam Dabin


Wezareta Derve ya Îranê, roja Pêncşemê di daxuyainyekê da ragihand ku dibe, destê hin hikûmetên biyanî di wan êrîşên elektronî da hebin yên ku vê dawiyê li dij dezgayên wan pêkahtine. Lê ew dûr dibînin ku ew hikûmet karî bin êrîşên bûne sedema derketina şewat û peqînan li hin bingehên leşkerî û hin dezgayên din pêkanî bin.

Li dawiya meha Hezîranê çendîn şewat û peqîn li bingehên leşkerî û navendên navokî ya Îranê pêkhat bûn, herwiha li rafînerên petrol û êstgehên elektirîkê û hin şerêketan rûdabûn.

Berpirsên Îranê dan xuya kirin ku, di vê mehê da şewat li navenda Natanz ya Atomî ya jêr zemîn pêkhat bû, dibe ku ji encama êrîşek elektronî deket be, lê behsa çawaniya rûdana bûyerên din nekir.

Mediya Îranê ji zarê peyvdarê Wezareta Derve Abbas Al Mousawi ragihand ku Mousawi bo rojnamevanan axiftîye û gotîye"Rojê hezaran êrîşên elektronî bo ser jêrxana welatê me pêk tên, ev ne tiştek nû ye, sistema me ya berevaniyê pir caran wan pûç der dixîne".

Al Maousawî dîsan dibêje, mehên borî hin êrîşên elektronî ku armancek wêde tir li pişt bûn, lê analîtîkên hunerî û tawankariyê şiyan "hikûmet û grûban" dest nîşan bikin yên ku êrîş encamp dabûn.

Al Mousawî dema bo rojnamevanan axiftbû gotiye, lê derketina şewatê li daristanan û rafînerên petrol û ciyên din, bûyerên asayîne yên ku li demsala havînê çê dibin.

Li aliyek din gotarek şirovekarî ji aliyê ajansa fermî ya nûçeyan ya Komara Îslamî ya Îranê vê mehê hatbû weşandin û weha dabû xuya kirin ku, ew karên têkder yên ku bi zanebûn pêkahtine, dibe ji aliyê dojminên Îranê yên weke Îsraîl û Amerîka da bin. Lê îranê nexwest raste rast navê welatên êrîşkar behis bike.

XS
SM
MD
LG