Ajansa Reutersê ji zarê ajansa ILNA ya Îranê ragihand ku karbidestên wî welatî li çend istanan qedexe kiriye ku karînerên telefonên mobîl têkevin malperên li dervayê welêt.
Ajansê dîyar kir ku li gor daxuyanîya karbidestên wezareta ragihandinê, qedexekirina malperan ji telefonên destan li istanên Elborz, Kurdistan û Zencan û li herêmên navendî û rojavayê Îranê û herwiha li istana Fars ya li başûr pêk hatine.
Biryara qedexekirina malperan rojeke berî bangên xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li ser medya civakî hat.
Bizavkaran û malbatên kesên ku di tepeserkirinên meha borî de hatine kuştin, banga pêkanîna merasîmên rêzgirtina qurbanîyan kirin û xwepêşandanên nû yên dijî hikûmeta Îranê kirin.
Protestoyên li Îranê di 15’ê Mijdarê de jiber buhabûnê nirxê benzînê destpê kiribûn û li seranser welêt belav bûbûn.
Amnesty International ragihandibû ku di xwepêşandanên dijî hikûmetê yên meha borî de 304 kes hatibûn kuştin û bi hezaran kes jî hatibûn desteser kirin.
Neteweyên Yekbûyî jî gotibû ku hêzên ewlekarî yên Îranî tundîyeke dijwar li dijî xwepêşanderan bi kar anîne û herî kêm 208 kes kuştine.
Hikûmeta Îranê hemara kuştîyan ku ji alîyê Amnesty, NY û rêxistinên din yên Rojavayî bi tundî red kiribû û wek karê dewletên bîyanî bi nav kiribû.
Jiber ku hikûmeta Îranê di dema xwenîşandanên girseyî yên nerazîbûnê de, li seranser welêt înternet daxistibû, pêkan nebûbû ku xwepêşander peywendî bi hevdu re bikin û agahî ji hindurê Îranê derkevin dervayê welêt.