Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Sêşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de 122 kesên din ji vîrusa korona mirin û hejmara giştî ya mirinên ji korona bû 1,934 kes.
Cîhanpur do televîzoyna dewletê de a zanîn ku hejmara pêketîyên korona jî di nav 24 saetên dawî de 1,762 kes zêde bûye û giheştiye 24,811 kesan.
Vîrusa korona li Îranê gelek belav bûye û di nav pêketîyên korona de karbidestên payabilind jî hene.
Îran, piştî Çînê ku cîhê derketina vê vîrusê ye, yek jî welatên serekî ye ku ketiye bin bandorên kujer yên nexweşîya COVID-19.