Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Îro 337 Kes ji Korona Mirine


Li Îranê 337 kes îro Duşemê jiber korona mirin ku ew roj ji destpêbûna belavbûna vîrusa korona vir ve roja herî kujer ya li wî welatî ye.

Berê li Îranê herî zêde 279 kes di nav rojekê de jîyanên xwe ji dest dabûn û bi hejmara nû ew welat rûbirûya rokereke nû dibe.

Wezareta saxlemî ya Îranê ragihand ku 4,251 pêketinên nû hatine tomar kirin û heta niha bi giştî 534,630 bûyerên pêketina korona hatine dîtin.

Karbidestên saxlemîyê bal dikşînin ku belavbûna korona di hefteyên borî de zêde bûye û li nexweşxaneyên paytext Tehranê nivîn li beşên lênerîna krîtîk nemane.

XS
SM
MD
LG