Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Îdiayên Ser Darvekirina Navîd Afkarî Red Dike


Wezîrê Karên Derve Îranê Mohammad Javad Zarîf îro Duşemê di axaftinek ya ser înternetê ya ji Konseya Têkilîyên Derve ya N.Y. ya li Newyorkê de, di derbarê darvekirina guleşkarê Îranî Navîd Afkarî de, peyivî.

Wezîr Zarîf got ku Navîd Afkarî di serê vê mehê de, jiber tawana kuştineke hatîye darvekirin û herwiha îdiayên aktîvîstên mafên mirovan ku dibêjin cezaya darvekirinê bi sedema tevlîbûna xwepeşandanên aştîyane hatîye dayînê Afkarî, red kir.

"Dadmendîyeke me ya serbixwe heye û hikûmet ne di nava biryargirtina dadwerîyê de ye. Ev zilam ne bi sedema beşdarbûna di xwepêşandanan,lê jiber kuştineke hate darve kirin," Wezîr Zarîf got.

Dadwerîya hişk ya Îranê hefteya borî dîyar kir ku Navîd Afkarî yê 27 salî ku şampîyonê navdar ya guleşa Greko-Romanê bû, jiber tawana kuştineke hatiye darve kirin.

Lê malbata wî û komên mafên mirovan dibejin ku Afkarî hatîye êşkencêyê kirin da ku bi zordarî îtîrafeke xelat bike û parêzerê wî jî dibêje ku ti delîlek bo tawanbarîya Afkarî tunebû.

XS
SM
MD
LG