Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ger Dîplomasîya bi Îranê re Ser Nekeve Amerîka Hizra Hêzê Dike



Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken

Rêvebirîya Serokê Amerîka Joe Biden roja Çarşemîyê nîşan da ku heke jibo bernameya navokî ya Îranê dîplomasî têk biçe, ew dikare serî li hêzê bide.


Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja Çarşemê bi hevtayên xwe yên Îsraîlê û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî re, ser xurtkirina peymanên normalkirina peywendîyên di navbera Îsraîl û welatên Ereb re, civîneke sê alî, pêk anî.

Piştî civînê Blinken di preskonferansa hevpar ya bi hevtayên xwe re, ser vejandina peymana navokî ya bi Îranê re axifî.

"Em baweriya xwe didomînin ku dîplomasî rêya herî bi bandor e. Lê, jibo ku dîplomasiyê bikin du alî pêwîst dike û heya niha me ji Îranê dilxwazî nedît ku vê yekê bike, " Blinken got.

Blinken bi berdewamî hişyar kir ku heke Îran nêzîkatîya xwe neguherîne, ew amade ne ku îhtîmalên din jî binirxînên.

Wî zêdetir agahî neda, lê Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yair Lapid, li ser daxuyanîyên Blinken got ku: "Ez bawer dikim ku her kes fam dike - li vir, li Îsraîl û li Îmarat û li Tehranê – wateya vê çi ye."

Lapid got ku hem ew û hem jî Blinken, wekî kurên xilaskarên Holokostê, "dizanin ku dem hene ku divê welat hêzê bikar bînin da ku cîhanê ji xirabiyê biparêzin."

Lapid got, "Ger rejîma terorê bibe xwedî çeka navokî, divê em tevbigerin. Divê em zelal bikin ku cîhana medenî destûrê nade."

"Îsraîl mafdar e ku di her kêlîyê de bi her awayî tevbigere. Ew ne tenê mafê me ye; ew pirsîyarîya me ye jî," Lapid got.

XS
SM
MD
LG