Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Ermenîstanê Pashinyan û Serokê Îranê Hêsên Ruhanî ser Qarabaxê Axîfîn


Îro roja Çarşemê, ofîsa ragihandina hîkûmeta Ermenistanê got, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan û Serokê Îranê Hesen Ruhanî bi rîya telefonê li ser alozîya Qarabaxê de axîfîn.

“Serokê Îranê metirsîyên xwe anî ziman li ser alozî û kiryarên leşkêrî yên di navbera her du welatên cîran de” daxuyanîya hîkûmeta Ermenistané got.

Herwiha, her du rêber tevlîbûna Tirkîyê ji di nav alozîyê heyî de gotûbej kirin, lê Azerbaycan ku alîgirê Tirkîyê ye, ew îdiayan red dike.

Serokê Tirkîye Recep Tayyip Erdogan roja Duşêmê gotibû ku ji Azerbaycanê re çi pewîst e, ewê bikin û Tirkîyê bi dil û bi çavkanîyên xwe piştevanîya Azerbaycanê bike.

Îran hevsînora Ermenistan û Azerbaycan ye ku çend roj in ser herêma Qarabaxê di şerekî de ne.

Herêma Qarabaxa Çîyayî di nav axa Azerbaycanê de ye, lê ji alîyê Ermenîyên etnîkî ve tê bi rê ve birin.

Di heman demê de, Rûsya îro roja Çarşemê got ku leşkêrîya Rûsî alozîya herêma Qarabaxê bi nezîk ve dişopînin û bang her du alîyê dikin ku dijminatîyê rawestînin.

Pêvçûnên di navbera Azerbaycan û Ermenîyên etnîkî îro roja Çarşêmê ket roja çaran. Her du alî di sala 1994’an agirbesteke îmza kirin û ji wê demê vir ve alozîyeke bi vî rengî nehatîbû ditîn.

XS
SM
MD
LG