Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran jibo Dawîkirina Şerê Ermenistan û Azerbaycanê Nexşerêyekê Amade Dike


Armenia and Azerbaijan
Armenia and Azerbaijan

Îran, ku bi Ermenistan û Azerbaycanê re xwedîye sînorên hevpar e, îro Duşemê dîyar kir ku ew ser nexşerêyeke aştîyê dixebite ku şerê navbera du alîyan çareser bike.

Di şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, ku bi dehan salan e didome û heta niha bi hezaran kes hatine kuştin.

Wezareta Derve ya Îranê, ku bi Azerbaycanê re nêzî 760 kîlometre sînorê wê heye û sînorek kurt digel Ermenistanê heye, ragihand ku ew li ser nexşerêyeke aştiyê dixebite.

Berdevkê wezaretê Seîd Xetîbzade hûrgulî neda, lê got ku Îran bi hemî alîyên tekildar re diaxive.

"Îran piştî şêwirên bi her du alîyên şerker re û herwiha dewletên herêmî û cîran re planeke berfireh amade kiriye û di demeke nêzîk de vê planê bîne jîyanê," Xetîbzade got.

Xetîbzade herwiha her du alî jî li hember berfirehkirina şer û pevçûnan li nav axa Îranê hişyar kir.

"Her êrîşeke dijî sînorên Komara Îslamî, heta bêhemdî be jî, jibo Komara Îslamî xeteke sor e. Divê ti kes bêrêzî li tixubên Îranê neke," Xetîbzade heriha got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji destpêka pevçûnan vir ve, hawanên ku li nav axa Îranê bê armanc zarokek birîndar kiribû û zarar dabû hin avahîyên li heremên gundewar yên bakur yên nêzî sînorê Azerbaycanê.

XS
SM
MD
LG