Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Rahênanên Leşkerî Li Nêzî Azerbaycanê Mafê Serwerîyê Ye


Dîmenek ji rahênanên leşkerî yên Îranê (Arşîv)

Tehranê roja Sêşemê bersîva rexneyên Azerbaycanê yên ser rahênanên leşkerî yên Îranê yên li nêzî sînorê hevbeş didome, da.

Berdevikê wezareta karên derve yê Îranê Seîd Xetîbzade li ser malpera wezaretê di derbarê mijarê de, daxuyanîyeke ragihand.

Seîd Xetîbzade fîkarên Azerbaycanê red kir û ew kiryarana wek mafê serwerîya xwe bi nav kir.

"Rahênanên leşkerî ku ji hêla welatê me ve li herêmên sînorê bakur -rojavayê têne kirin mijareke serwerîyê ye, " Xetîbzade got.

Wî destnîşan kir ku Tehran "ewê hemî tedbîrên ku jibo ewlehîya xwe ya neteweyî pêwîst dike bistîne.

Xetîbzade bi berdewamî da zanîn ku Îran ewê ji hebûna Rejîma Siyonîst ya li nêzî sînorên xwe re tehemul neke. "
Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev bo rahênanên leşkerî Tehran rexne kir û wan wek "bûyerek pir sosret" bi nav kir.

Îlham Alîyev di hevpeyvînekê bi Ajansa Anadolu ya Tirk ku roja Duşemê hat weşandin de li ser mijarê axifî.
"Her welat dikare li ser axa xwe her rahênanên leşkerî bike. Ev mafê wanê serwerîyê ye. Lê çima niha, û çima li ser sînorê me? " Alîyev got.

Derbarê rahênanên leşkerî de agahîyên zêde nehatine bidestxistin.
Îran û Azerbaycan sînoreke nêzî 700 kîlometreyan parve dikin û peywendîyên wan yên baş hene.

Li gor hin texmînan, derdora 10 mîlyon endamên civata Îranê yên ku bi zimanê Azerî dipeyvin, hene.

XS
SM
MD
LG