Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Red Dike ku Hêzên Amerîkî li Droneke Wê Xistiye


Îranê îro Înê daxuyanîya Serokê Ameîrka Donald Trump red kir ku droneke wê roja Pêncşemê li Derbezgeha Hurmuzê hate ger kirin.

Berdevikê hêzên çekdar yên Îranî Ebulfazil Şekercî got ku hemî firokên wan yên bêmirov li Kendavê û Tengava Hurmuzê bi ewlehî vegerîn bingehên xwe.

Şekercî îdia kir ku ti raport negiheştin destê wan ku kiryareke keştîya firokhilgir ya bi navê USS Boxer li herêmê çêbûye.

“Droneke Îranî ji hêla gemîya me ya bi navê USS Boxer hat ger kirin. Hêzên me ew dron anî xwarê jiber ku ew gelek nêzîkî keştîya me bûbû û gef li ser wê dikirin,” Trump gotibû.

Wî bang li welatên cîhanê kiribû ku Îranê şermezar bikin û keştîyên xwe biparêzin.

Wezareta Derve ya Amerîka jî ji Îranê xwestibû ku keştîya ku li Kendavê dest danîye ser berde û karmendên wê jî azad bike.

XS
SM
MD
LG