Serokê Civata Ewlekarî ya Neteweyî ya Îranê Alî Şemxani îro Duşemê dîyar kir ku jibo kuştina zanyarê navokî yê navdar yê Îranî Muhsîn Faxrizade de, di gel Îsraîlê ji komeke opozîsyonê jî, tê guman kirin
Wî got ku hin şopên wan hene ku koma Civata Niştimanî ya Berxwedana Îranê tevlî êrîşê bûye û Îsraîl û Mossad yên li pişt wê bûyerê nin.
Alî Şemxani ji televîzyona dewletê re ragihand ku ev êrîşa ji dûr ve bi alavên elektronîkî hatîye kirin û pir tevlîhev bû.
Televîzyona Press ku bi zimanê Îngilizî ya Îranê ragihand ku çeka ku di kuştina Muhsîn Faxrizade ya roja Înêyê de, hatîye karanîn li Îsraîl hatîye çêkirin
"Çekên ku ji qada bûyera terorîstî hatine berhev kirin xwedî logo û taybetmendîyên pîşesaziya leşkerî ya Îsraîlê ne," jêderek nehat binav kirin ji Press TV re got.
Ajansa Reutersê dibê je ku karbidestên Îsraîlê bersîva daxwazên şîrovekirina ragihandinê ne dane.
Muhsîn Faxrizade ji hêla raya giştî ya Îranê ve gelek hindik dihat naskirin.
Lê, Îsraîlê wî wek berpirsê sereke ya xebatên çêkirina çekên navokî ya Îranê binav kiribû.
Faxrizade di 28'ê Mijdarê de, li ser rêyeke nêzî Tehranê, di encama kemîn danînê û êrîşeke bi gulebarankirinê meşîna wî, hate kuştin.
Televîzyona dewletê ragihand ku Îranê, îro li goristanek li bakurê Tehranê Faxrizade defin kir.
Wezîrê berevanîyê, di merasîma definkirinê de, soz da ku Komara Îslamî dê tola wî wergire.
Serwerên olî û leşkerî yên Îranê, jibo kuştina Faxrizade Îsraîlê tawanbar dikin.
Çavdêr dibêjin ku ev êrîş, îhtîmala girjeyeke nû ya di navbera Tehran û dijminê wê yê demdirêj de, zêde kirîye.