Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Divê Ketina Firoka Ukraynî Nebe Mijareke Sîyasî


Berdevikê Wezareta Derve yê Îranê Abbas Musevî îro Înê got ku divê dewletên ku hemwelatîyên xwe di ketina firoka Ukraynî hinda kirine, wê mijarê neqilûpînin babeteke sîyasî.

“Em ji hemî alîyan daxwaz dikin ku kêşeyên mirovahî û taybetî jî vê rûdana malwêran nekin hecêta kiryarên sîyasî,” Reutersê ji zarê Musevî ragihand.

Pênc dewletên ku di gêrbûna firokê de hemwelatîyên wan hatibûn kuştin, demeke zûtir ya vê heftê gotibû ku divê Îran ji malbatên qurbanîyan re tazmînatê bide jiber ku çavê cîhanê ser Tehranê ye.

Musevî îdia kir ku Îranê heta niha hevkarîyeke xurt bi wan pênc welatan re kiriye.

Kanada, Ukrayna, Swêde, Afganistan û Brîtanya, piştî civîna li Londonê ragihandibû ku divê Îran lêpirsîneke berfireh ya rêkûpek bike ku tê de welatên behîdar jî cîh bigirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di hindurê firoka rêwîyan ya Ukraynî de hemî 176 rêwî hatibûn kuştin ku herî kêm 63 ji wan hemwelatîyên Kanada bûn.

Wezîrê Derve yê Ukraynî Vadym Prystaiko ragihandibû ku 82 qurbanî Îranî, 63 Kanadî, 11 Ukraynî, 10 Swêdî, 4 Afganî, 3 Alman û 3 jî Brîtanî bûn.

Medya Kurdî jî ragihandibû ku ji welatîyên Kanadî yên kuştî, 12 kes Kurd in.

XS
SM
MD
LG