Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Di Navbera Tehran û Washingtonê de Ti Hevdîtin Çênebûne


Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku di navbera Tehran û Washingtonê de ti hevdîtin çênebûye.

Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Abbas Musevî dîyar kir îdiayên ser hevdîtina karbidestên Tehran û Washingtonê derew in.

Musevî da zanîn ku wan rastexwe yan bi awayekî din, bi berpirsên Amerîkî re ti hevdîtin çênekiriye.

Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê li Japonya piştgirî dabû serokwezîrê wî welatî Shinzo Abe ku di navbera Washington û Tehranê de navbeynkarîyê bike.

Shinzo Abe dê di meha pêş de serdana Îranê bike.

XS
SM
MD
LG