Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Îro Hilbijartina Parlamanê li Dar Dixe


Îranî îro Înê çûn ser sindoqan ku endamên nê yûn parlamanê hilbijerin.

Televîzyona dewletê ragihand ku dengdan di saet di 4:30 destpê kir û prosesa dengdanê wê 10 saet berdewam bike û ger pêdivî bû ew dem dikare were dirêj kirin.

Wezareta Navxweyî ya Îranê di nava rojê de ragihand ku nêzî 11 mîlyon ji 58 mîlyon hilbijirên tomarkirî jibo hilbijartina bi parlamana 290 endaman dengê xwe dane.

Hilbijartin ji alîyê çavderên sîyasî ve wek referanduma piştgirîya rêberê olî yê Îranî Ayetullah Alî Xameneyî û sîyaseta hikûmeta Îranê tê dêtin

Lê, çavdêrên rexnegir bal dikşînin ku berbijarîya gelek kesên nermrê ji alîyê desthilatê ve hatiye asteng kirin û tenê rê li ber berbijarên dilsozên Xameneyî hatiye vekirin.

XS
SM
MD
LG