Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Radestkirina Wêneyên Navendên Navoki ji IAEA' re Red Dike


Ala Îranê
Ala Îranê

Mediya dewleta Îranê ragihand ku serokê parlamentoya Îranê îro Yekşemê bi daxuyanîyekê dîyar kiriye ku Tehran ewê ti carî wêneyên ji hindûrê hin navendên navokî yên Îranî radestê rêxistina IAEA Çavdêrîya Navokî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) neke.

Serokê parlamentoya Îranê Mihemed Baqer Qalibaf sedama vê biryarê jî wek bidawîbûna peymana çavdêrîyê di navbera Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) û Îranê hatî radigihîne Qalibaf got "Dema peymanê bidawî bû. Her agahdarîyek tomarkirî dê ti carî e neyê dayînê IAEA û pêzanîn û wêne ewê di destê Îranê de bimînin."

Ev daxuyanîya Îranê dikare danûstandinên di navbera Îran û şeş welatên mezin yên li ser vejandina peymana navokî ya 2015'an aloztir bike.

Sê sal berê serokê Amerîka yê wê demê Donald Trump ji peymanê vekişiya û dijî Tehranê jinûve toleyên giran ragihandin, Îranê bi binpekirina piranîya sînordarkirinên peymanê yên ser bernamaya xwe ya navokî, bertek nîşan da.

Berdevikê Komîteya Ewlehîya Neteweyî û Karên Derve ya parlamentoyê hişyarî da ku " Heke Amerîka tevahîya toleyan raneke Îran dê kamerayên IAEA'yê jî vemirîne", malpera rojnameya Tehran Times ya dewletê ragihand.

IAEA û Tehranê, bi armanca kêmkirina binpekirinên pîvanan ya Îranê, di Sibatê de peymana çavdêrîyê ya bo sê mehan, îmza kirin. Peymana çavdêrîyê, destûr dida IAEA'yê ku hin kiryarên çavderîyê bike.

Li gorî wê peymanê, ku di 24'ê Gulanê de bo meheke din hate dirêj kirin, berhevkirina pêzanînan berdewam dikir, lê IAEA, tenê dikaribû di demeke pêş de bigihîje wan. IAEA'yê, roja Înêyê demûdest ji Îranê xwest ka gelo ew ê peymana şopandinê dirêj bike,

Îranê roja Çarşemê dîyar kir ku Civata Bilind ya Ewlehîya Neteweyî ya welêt, piştî bidawîbûna peymana çavderîyê dê biryarê bide ka ewê peymanê nû bike.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Înêyê got ku her têkçûyînek ji hêla Tehranê ve, ewê jibo danûstandinên firehtir yên bi armanca dirêjkirina peymana çavdêrîyê de, ewê bibe sedema 'fikarek cidî.'

Alîyên ku beşdarî danûstandinên vejandina peymanê dibin, ku di Nîsanê de li Vîyana destpê kir, dibêjin ku berîya vegera peymana navokî,pirsgirêkên mezin hene ku divê werin çareser kirin.

XS
SM
MD
LG