Îran û sazîya çavdêrîya navokî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), îro Duşemê bi daxuyanîyekê dîyar kirin ku her du alîyan dema peymana çavdêrîya kiryarên navokî bo meheke din dirêj dikin.
Her du alîyan jî ragihandin ku biryara dem dirêjkirina peymanê jibo pêşîgirtina hilweşînek ku dikare danûstandinên berfirehtir yên ser vejandina peymana navokî ya Îranê ya 2015'an asteng bike, hatiye girtin.
Dirêjkirina dema peymana çavdêrîyê dê piştî hilbijartina seroktîya Îranê ya di 18'ê Hezîranê de biqede, ku dibe ku bo Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya NY û hêzên mezin, muxatabên nû derxîne holê.
Berpirsê Giştî yê IAEA Rafael Grossi di preskonferansekî de biryara dirêjkirinê, nirxand.
"Alav û kiryarên piştrastkirinê û şopandinê yên ku me li ser lihev kiriye ewê wek niha berdewam bikin û dê di 24'ê Hezîranê de bidawî bibin," Grossi got.
Li gor medyaya dewleta Îranê, balyozê Îranê yê li IAEA Kazim Gharibabadi jî bang li hêzên mezin kiriye ku li Vîyanayê bicivin da ku derfeta bi dirêjkirinê ve hatî dayîn, bikar bînin.
"Ez pêşnîyar dikim ku ew vê fersendê, ya ku ji hêla Îranê ve bi qencî hatîye ava kirin, bikar bînin û tevahîya toleyan bi rengek pratîkî û rastbar rakin," Gharibabadi got.
Ev gav derfetê dide danûstandinên neyekser yên di navbera Amerîka û Îranê de ku vê hefteyê li Vîyana jinûve destpê dikin.
Dîplomatên Ewrupî hişyarî dabû ku ne dirêjkirina peymana çavdêrîyê ewê danûstandinan bixe xeterîyê, yên ku armanc dikin ku her du welatan bi tevahî vegerîne peymana navokî ya navneteweyî.
Peymana sê-mehan di Sibata 2021'an de hate îmza kirin da ku , astengkirina Îranê ya hevkarîya bi pisporên IAEA re sînordar bike.
Îranê bi vê peymanê, destûr da ku çavdêrîya hin kiryarên ku ewê batana qedexe kirin, bidome.
Ew sîstemeke ku wek qutîya reş tê zanîn e ku IAEA nikare pêzanînên berhevkirî heta dema bê ya destnîşankirî nikare kontrol bike.
Grossi got ku , IAEA ewê herî kêm heya 24'ê Hezîranê nikaribe pêzanînên di sê mehên borî de hatine berhevkirîn, bi dest bixe.
Lê, hevdem wî destnîşan kir ku IAEA dê hîn jî bikaribe bi heman awayî pêzanînên nû yên sê mehane peyda bike.