Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentoya Îranê Berbijarên Kabîneya Hikûmeta Reîsî Dipejirîne


Îbrahîm Reîsî di dema sondxwarina di parlamentoyê de (Arşîv)
Îbrahîm Reîsî di dema sondxwarina di parlamentoyê de (Arşîv)

Parlementoya Îranê îro Çarşemê tenê yek ne, weke din tevahîya berbijarên kabineya serokê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî, pejirand.

Parlementoya ku tundrê serdestin, Huseyîn Amîrabdollahian wekî wezîrê derve pejirand.

Wezîrê karên derve yê nû Huseyîn Amirabdollahian mîna dîplomatekî dij-rojavayî tê nas kirin.

Tê bawer kirin ku Amirabdollahian bi Nobedarên Şoreşa Îranê, bi Tevgera Hîzbullaha Lubnanê û alîgirên din yên Îranî yên li Rojhilata Navîn re, xwedîyê têkilîyên nêzîk e.

Balyozê berê li Bahreynê, Amirabdollahîan herî dawî di navbera 2011 û 2016'an de cîgirê wezîrê karên derve yê bo peywendîyên Erebî û Afrîkî bû.

Hevdem, parlamentoyê Javad Owjî wek wezîrê Petrolê, pejirand. Javad Owjî cîgirê berê yê wezîrê petrolê û berpirsê kompanîya gazê ya dewletê bû.

Berbijêrê Rêîsî yê bo wezareta perwerdehîyê ji hêla qanûndaneran ve hate red kirin, jiber sedema kêm tecrubeya di perwerdê de.

Di nava kabîneya Reîsî de çend fermandarên Pasdaran hene, mîna wezîrê karên navxwe Ehmed Vehîdî, yê ku wezîrê berevanîyê yê berê û fermandarê Hêza Qudsê bû.

Gelek endamên kabîneya Reîsî di nava lîsteyên sizayên Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) de ne yên li dij Îranê.

Îran û şeş hêzên cihanê ji Nîsanê vir ve jibo vejiyandina peymana navokî danûstandinan dikin.

Karbidestên Îranî û yên rojavayî dibêjin ku pirsgirêkên girîng hîn jî hene. Danûstandinên nerasterast di navbera Tehran û Washington de jibo vejandina peymana navokî, ya ku Serokê wê demê Donald Trump di 2018'de Amerîka vekişand, di 20'ê Hezîranê de hat rawestandin.

Rawestandina danûstandinan du roj piştî ku Îbrahîm Raîsî di 5'ê Tebaxê de bû serokkomarê Îslamî, pêk hat.

Reîsî, ku wek mirovekî tundrê tê zanîn û piştgirîya rêberê ruhanî yê Îranê Alî Xameneyî kiribû û jiber îdiaya rola wî ya kuştina girtîyên sîyasî yên bi dehan salan berê, niha di lîsta toleyên Amerîkî de cîh digire.

Serokê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî di 5'ê Tebax ê de li parlamana wî welatî sonda yasayî xwar û dest bi kar kir.

XS
SM
MD
LG