Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Îranê li Kendava Farisî Dest Danî Ser Gemîyeke Koreya Başûrî


Tankereke petrolê li Kendava Farisî (Arşîv)

Ajansa Reutersê ji zarê medya Îranî ragihand ku hêzên Nobedarên Şoreşê (Pasdaran) îro Yekşemê dest danî ser gemîyeke Koreya Başûrî.

Medya Îranî ragihand ku Pasdaran bi sedema gemarkirina Kendava Farisî ya bi madeyên kîmyayî dest danî ser keştîya Koreya Başûrî.

Du kompanîyên deryavanîyê ji ji ajansê re ragihand ku keştîyeke bi ala Koreya Başûrî ji alîyê Îranê ve hate destdanîn û ew gemî niha li avên Îranê ye.

XS
SM
MD
LG