Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo, Shanahan û Dunford Derbarê Îranê Sêşemê Derdikevin Pêş Kongresê


Jimareke jêderên Kongresa Amerîkî ragihand ku karbidestên payabilind yên rêvebirîya Trump wê roja Sêşemê derkevin pêş Kongresê û derheqa mijara Îranê agahî bidin encamên Civata Senatoran û Civata Nûneran.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, Wezîrê Berevanî yê Serkar Patrick Shanahan, Serokê Hêzên Hevbeş General Joseph Dunford û nûnerên ji civaka îstixbaratî yên Amerîkî wê di rûniştina taybat de amade bin.

Trump roja Yekşemê ji ser Twitterê gefan li Îranê kiribû û gotibû ku ger Îran bi Amerîka re şerekî bike, ewê bi her awayî dawîya Îranê bîne.

Trump ji televîzyona Fox Newsê re jî gotibû ku ewê nehêlin Îran xwedîyê çekên navokî be.

Xemên heyî bi êrîşa roketî ya ser Herêma Kesk ya paytexta Îraqê, Bexda zêde bûbû ku gelek avahîyên hikûmetê û nûnertîyên dîplomatîk lê hene. Hin roket nêzîkî balyozxaneya Amerîkî ketibûn, lê ti kuştin yan birîndarbûn çênebûbûn.

XS
SM
MD
LG