Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsgirêka Îranê û Koreya Başûr Aloztir Dibe


Dîmeneke ji şandeya Koreya Başûr ya ji civîna li Tehranê (Arşîv)

Ajansa AFP ragihand ku alozîya di navbera Îranê û Koreya Başûr de her ku diçe zêdetir dibe.

Hevdem, Tehran gefa kiryarên dadmendî dike , heke Seul 7 mîlyar dolarên bo kirîna petrolê nede, ku jiber toleyên Amerîkayê dabû rawestandin.

Parlamenterê Îranî Alîreza Selîmî ragihand ku "7,8 mîlyar dolarên me di bankên Koreya Başûr de hatine asteng kirin. Koreya Başûr petrola Îranê wergirt, lê heqê wê neda."

Selîmî got ku ev ne hevkarîyeke bazirganî ya pêbawer e û pêdîvî ye ku Koreya Başûr faîza diravê ku ew bi neheqî asteng dike, bide.

Karbidestekî wezareta karê derve yê li Seul ji AFP re got ku "dijwar e ku ev qas dravê rast e, were piştrast kirin."

Îran, şirîkê mezintirîn sêya ya bazirganî yê Koreya Başûr bû; berîya ku Amerîka bi yekalî ji peymana navokî ya 2015'an a di navbera Tehran û hêzên cîhanî de vekişî û dîsa toleyên tund ragihand.

Koreya Başûr, piştî wan biryarên Amerîka kirîna petrola Îranê rawestand jiber ku Amerîka her kesê ku ji Îranê petorla xav bikire bi toleyan tehdît kir.

Her wiha, Îran bo Koreya Başûr dabînkerê sereke yê petrolê bû û di berdêlê de alavên pîşesazî alavên navmalîn û parçeyên otomobîlan ji Seulê dikirî.

Balyozxaneya Îranê ya li Seulê dibêje ku îsal bazirganîya di navbera Îran û Koreya Başûr de li gor 2017'an nîvî nîvî kêm bûye.

XS
SM
MD
LG