Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Radigihîne ku 107 Kes jiber Korona Hatine Kuştin


Vîrusa korona bandorên xirab li jîyana Îranîyan dike
Vîrusa korona bandorên xirab li jîyana Îranîyan dike

Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Pêncşemê ji televîzyona dewletê ragihand ku heta niha 107 ji vîrusa korona hatine kuştin.

Cîhanpur da zanîn ku hejmara giştî ya pêketîyên vîrusa korona jî 3513 e.

“Di encama testên nav 24 saetên dawî de 591 bûyerên tûşbûnê yên COVID-19 hatin dîtin... loma niha bi giştî 3513 bûyerên tomarkirî yên COVID-19 hene. Mixabin 15 kes di roj borî de hatine kuştin û bi giştî 109 hemwelatîyêmn me jiber wê nexweşîyê mirin.”

Wezîrê Saxlamî yê Îranê Saîd Namakî demeke zûtir ya îro ji televîzyona dewletê ragihandibû ku hemî xwendingeh û zanîngehheta 20’ê Adarê girtî bimînin.

XS
SM
MD
LG