Îranê îro Pêncşemê ragihand ku 22,586 pêketinên nû yên cureya nû ya vîrusa korona hatine dîtin.
Îranê da zanîn ku ev roja sêyan ya serhev e ku rêjeyeke bilind ya tûşbûnên bi vîrusê tên tomar kirin.
Bi pêketinên nû, hejmara giştî ya tûşbûnan ji 2 mîlyonî borî û bi 185 mirinên nû heta niha 63,884 mirinên piştraskirî li wî welatî çêbûne.
Pisporên saxlemîyê bal dikşînin ku tûşbûnên korona jiber pîrozbahîyên Newrozê giheşt asteke herî bilind û ew welat niha jî rûbirûyê pêla sisêyan ya pêketina korona ye.