Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Pêncşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de 157 kesên din ji vîrusa korona mirin û hejmara giştî ya mirinên ji korona bû 2,234 kes.
Cîhanpur di televîzyona dewletê de got ku hejmara pêketîyên korona jî di nav 24 saetên dawî de 2,389 kes zêde bûye û giheştiye 29,406 kesan.
Wî bang li hemwelatîyan kir ku jibo xweparastina ji vîrusê ji malên xwe dernekevin.
Vîrusa korona li Îranê gelek belav bûye û di nav pêketîyên korona de karbidestên payabilind jî hene.
Îran, piştî Çînê ya cîhê derketina vîrusa korona, yek jî welatên serekî ye ku ketiye bin bandorên kujer yên nexweşîya COVID-19.