Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Mirinên ji Korona Pirtir Dibe, Heta Niha 2378 Kes Mirine


Nexweşxaneya taybet ya jibo nesax

Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Înê ragihand ku di 24 saetên dawî de 144 kesên din ji vîrusa korona mirin û hejmara giştî ya mirinên ji korona bû 2,378 kes.

Cîhanpur di televîzyona dewletê de da zanîn ku hejmara pêketîyên korona jî di nav 24 saetên dawî de 2,926 kes zêde bûye û giheştiye 32,332 kesan.

Wî bal kişand ku saxlemî ya 2,893 nexweşan di rewşeke krîtîk de ye.

Vîrusa korona li Îranê gelek belav bûye û di nav pêketîyên korona de karbidestên payabilind jî hene.

Îran, piştî Çînê ya cîhê derketina vîrusa korona, yek jî welatên serekî ye ku ketiye bin bandorên kujer yên nexweşîya COVID-19.

XS
SM
MD
LG