Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Sêşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de 98 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirin.
Cîhanpur di televîzyona dewletê de got ku hejmara giştî ya mirinên ji korona giheşt 4683 kesan.
Wî da zanîn ku hejmara pêketîyên korona giheştiye 74,877 kesan.
Îran ew welatê li Rojhilata Navîn e ku rûbirûyê bandorên herî xirab yên korona bûye û bi hezaran kes nexweş ketine û mirine.