Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Giştî ya Mirinên ji Korona li Îranê Giheşt 5209 Kesan


Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Duşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de 91 kesên din jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dan.

Wî di televîzyona dewletê da got ku hejmara giştî ya mirinên ji vîrusa korona jî giheşt 5,209 kesan.

Cîhanpur dîyar kir ku hejmara giştî ya pêketîyên korona jî giheşt 83,505 kesan.

Raporteke nû ya parlamana Îranê, ku hefteya borî hatibû weşandin, dîyar kiribû ku reng e hejmara rastîn ya mirinên ji vîrusa korona ji pêzanînên wezareta saxlemîyê du car zêdetir be.

Raportê herwiha gotibû ku îhtîmal e hejmara bûyerên pêketina korona jî deh car ji agahîyên fermî pirtir be.

Îran ew welatê li Rojhilata Navîn e ku rûbirûyê bandorên herî xirab yên korona bûye û bi hezaran kes nexweş ketine û mirine.

XS
SM
MD
LG