Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî ku 74 Kesên Din bi Korona Mirin, Îran Mizgeftan Vedike


Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro Duşemê ragihand hejmara mirinên ji korona di 24 saetên dawî de 74 kesên din zêde bû û giheşt 6,277 kesan.

Cîhanpur di televîyona dewletê de da zanîn got ku hejmara giştî ya pêketîyên korona jî bû 98,647.

Serokê Îranê Hesen Ruhanî roja Yekşemê ragihandibû ewê li 132 bajaran mizgeftên ku jiber korona hatibûn daxistin, îro Duşemê vekin.

Li deverên ku mizgeft werin vekirin, divê bawermend di nav hev de mesafe danîn, lepik û rûberk bi kar bînin û ji 30 deqe pirtir li hindurê mizgeftê nemînin.

Tehranê hefteya borî hin tedbîrên girêdayî vîrusa korona sist kiribûn û firoşgeh, bazar û parkên li wî welatî jî jinûve hatibûn vekirin û qedexeya ser rêwîtîya nav bajaran jî hatibû rakirin.

Îran li Rojhilata Navîn welatê yekê ye ku rûbirûyê bandorên herî xirab yên korona bûye û bi hezaran Îranî jiber korona nexweş ketine û mirine.

XS
SM
MD
LG