Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîyên Peymana Navokî ya ligel Îranê li Vîyana Civîn


Nûnerên dewletên ku di sala 2015’an de peymana navokî ya bi Îranê re îmza kirine, îro Înê li Vîyana kom bûn.

Di civînê de dîplomatên payabilind yên Çîn, Fransa, Almanya û Rûsya hazir bûn û wan ji Îranê xwest ku li gor peymanê tevbigere.

Îranê dîyar kir ku civîna li Vîyana bo parastina peymana navokî fersenda dawî ye.

Tehranê ji welatên Ewrupî xwest ku heta 8’ê Tîrmehê çareserîyeke ku toleyên Amerîka sivik dike bibîne.

Îranê hişyarî da ku ger heta wê çaxê çareserî neyê dîtin, ewê ji peymana navokî derkeve.

XS
SM
MD
LG