Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlementoya Îranê Dijî Kontrolên Xebatên Navokî Helwesteke Tundtir Digire


Parlementoya Îranê
Parlementoya Îranê

Parlementoya Îranê bo rawestandina kontolên avahîyên navokî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) û xebatên dewlemendkirina uranyumê qanûneke pejirand.

Li gor qanûnê, heke NY kontolên xwe di nava meheke nede sekinandin û asta dewlemendkirina uranyumê ji asta ku di peymana navokî ya 2015'an de hatibû danîn zêde û tole neyê siıvik kirin, divê dewleta Îranê vê qanûnê bi kar bîne.

Di çerçova qanûna nû, divê hikûmet asta dewlemendkirina uranyumê heya % 20 zêde bike û li navendên navokî yên Natanz û Fordow santrîfîjên pêşkeftî saz bike.

Qanûn bi piraniya dengên parlementerên Îranî ve doh Seşemê hat qabûl kirin ku helwesta peyvajoya çêkirina çekên navokî ya Îranê hişktir dike.

Herwiha, li gor qanûna nû, Tehran mehek dide welatên Ewrupa yên peymanê ku toleyên ser pişesazîya petrol û darayî yên Îranê sivik bike.

Pispor, vê qanûnê wek tolhildana kuştina zanyarê navokî yê Îranî yê herî sereke Muhsîn Faxrizade dinirxinîn ku Tahran bo vê êrîşî Îsraîlê tawanbar dike.

Toleyên dijî Îranê piştî ku Amerîka ji peymana Washington ji peymana di navbera Tehran û şeş hezên cîhanî di 2018'an de vekişîya, hatibû ragihand.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî, biryara parlamentoyê bi sedema ku ewê zararê bide xebatên dîplomatîk yên sivikkirina toleyên Amerîka armanc dikin.

Lê, helwesta rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaneyî ya di derbarê qanûnê de ne zelal e ku di hemî mijarên dewletê de mafdarê gotina herî dawîye.

Hevdem, pispor dibêjin ku qanûna nû dê karê serokê hilbijartî Joe Biden jî ku di 20'ê Rêbendanê de dest bikar bike jî, dijwartir bike.

Biden gotibû ku heke Tahran li gor pîvanên peymana novakî ya navneteweyî tevbigere, ewê Amerîka jinûve beşdarî peymanê bibe.

Hêjay bî rxistinê ye ku aliyên peymana navokî ya bi Îranê re, Rûsya, Çîn, Almanya, Brîtanya, Fransa û Amerîka bûn. Lê, Serok Donald Trump bi biryarek yekalî, di sala 2018'an de, Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişandbû.

Di çarçova peymanê de wan welatan arman dikirin yku, di berdêla alîkarîya sivikkirina sizayên aborî de, pêşî li Tehran were girtin da ku çekên navokî çê neke.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di peymanê de wek rexistina çavderî û kontrolkirinê ye.







XS
SM
MD
LG