Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Îranê Êrîşî Mîlîtanên Kurd yên li Kurdistana Îraqê Kir


Ajansa Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku hêza Nobedarên Şoreşê ya Îranê bi top û dronan êrîş bir ser mîlîtanên ku li Herêma Kurdistana Îraqê ne.

Reutersê ji zarê weşangera dewleta Îranê, IRIB ragihand ku di êrîşan de navenda hêzên dijî Îranê hate hilweşandin.

"Di vê operasyonê de navenda giştî ya komplokarên ewlekarîya netewî ya Îranê hate rûxandin," IRIB ji zarê Nobedarên Şoreşê ragihand.

Di navbera hêzên ewlekarî yên Îranê û hêzên Kurdan yên wek Partîya Jîyana Azad (PJAK) û Partîya Demkorat a Kurdistana Îranê (PDKI) de, li herêmên çîyayî pir caran pevçûn derdikevin.

Fermandarê Nobedarên Şoreşê General Mihemed Pakpur roja Duşemê gotibû ku Îran hazirî dike ku êrîşî mîlîtanên li alîyê Îraqê dike.

XS
SM
MD
LG