Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Çavdêriya Hesen Ruhanî 15 Mîlyon Xwendekar li Îranê Dest bi Xwendinê Dikin


Roja Şemiyê li seranserî Îranê di anva belavbûna pandemîka COVVID-19 da û piştî girtina 7 mehan ji deriyê dibistnana li Îranê 15 mîlyon xwendekaran dest bi sala xwendinê kirin.

Zêdebarî ku tirsa belavbûna pêlên nû yên vîrusa korona li Îranê heye, lê dewletê biryara detpêkirina xwendina dibistanan da.

Serokê Îranê Hesen Ruhanî ku çavdêrî û serperiştiya vekirina dibistanan kir di tomareke videoyî ya Televizyona dewletê da got, em îsal barê berpirsyariyek mezin digirîn ser xwe, û got perwerde û tendirustî ji bo civakê heman giringî heye, lê em daybaban mecbûrî hinartina zarokan bo dibistanan nakîn, Ruhanî got.

Kenalên mediyayî yên Îranê dibêjin, roja Şemiyê xwendingehên olî deriyên xwe bo nêzî 50,000 xwendekaran vekirîrin.

Pisporêbn saxlemiyê nerihetin jiber biryara vekirina deriyên dibistan û zanîngehan li Îranê, ku yek ji welatên herî zêde vîrusa korona lê belavbûye û ji welatên ziyan pêketîne li Rojhilata Navîn.

Dr. Mohammad Reza Zafarghandi, Serokê Encûmena Saxliyemê li Îranê ku ji aliyê hikûmetê ve hatîye destnîşan kirin di namekê da, ya jibo Wezîrê Perwerda Îranê hinartî dibêje "Biryara demûdest ya vekirina dibistanan goman ê nahêle ku dê bibe sedema bargiranîyê" li ser milên karmendên sektora tendirustiyê.

Ajansa ISNA ya nîv-fermî ya Îranê derbarê helwesta Dr. Mohammad Reza Zafarghandi dide eşkera kirin ku wî gotiye"dema ku pandemîk hebe divê dibistan ciyê pêşî be yê bihê girtin û ciyê dawiyê be yê bihê vekirin."

Peyvdara Wezareta Saxlemiya Îranê Sima Sadat Lari roja Şemiyê gotiye hejmara giştî ya tûşbûyên vîrusa korona gihaye 384,666 kesan.

XS
SM
MD
LG