Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Jinûve Destpêkirina Danûstandinan Bo Vejandina Peymana Navokî Qebûl Dike


Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Alî Baxirî (Arşîv)
Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Alî Baxirî (Arşîv)

Îranê roja Çarşemê ragihand ku ewê di meha Mijdarê de jibo vejandina peymana navokî ya 2015'an, bi hêzên cîhanê re jinûve dest bi danûstandinan bike.

"Em qebûl dikin ku heya dawîya Mijdarê dest bi danûstandinan bikin. Roja destpêkirinê dê di hefteya pêş de were eşkere kirin," Bagerî, li ser Twitterê nivîsî.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Alî Baxirî di serdana xwe ya Brukselê de got ku ew di gotûbêjên bi navbeynkarîya nûnerê Yekîtîya Ewrupayê (YE) Enrique Mora re, pêşketinê dibînin.

Wî dazanîn ku wî bi Mora re "li ser mijarên bingehîn bo danûstandinên serketî" hevdîtineke pir cidî û avaker" pêk anîye.

Berdevikê wezareta karên derve yê Amerîka ser daxuyanîya Îranê ragihand ku "Em amade ne ku vegerin Vîyanayê, û em bawer dikin ku jibo vegerandina lihevhatina bi tevahî ya hevbeş, giheştin û bicîh kirina têgîhiştineke demûdest mimkun e."

"Wekî ku me eşkere kiribû , ev pencere dê heya û heya vekirî nemîne dema ku Îran gavên provokatîf ên navokî diavêje, jiber vê yekê em hêvîdar in ku ew werin Viyanayê da ku demûdest û bi bawerî danûstandinan bikin," karbidest got.

Serokê wê demê Donald Trump di 2018'de Amerîka ji peymanê vekişandibû û dijî Îranê toleyên nû yên tund ragihand.

Di meha Nîsanê de, Îran û şeş hêzan dest bi danûstandinan kirin ku peymanê jinûve bi bandor bikin.

Danûstandin, di 20'ê Hezîranê de hat rawestandin piştî ku li Îranê Îbrahîm Reîsî bû serokkomar.

XS
SM
MD
LG